Ekip
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ANKARA
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim li Zonguldakê di kogreya AK Partiyê da axivî.
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim ji bona operasyona Efrînê wiha got: "Ya girîng ew e li bajarên başûrê welêt ewlehiya can û mal bê parastin. Bila kes biçûk nebîne. Ji bona me heger mesele welat be yên din hûrgilî ne.
Rêxistinên terorê dibêjin 'li dijî Kurdan operasyon tên kirin.' Ev derew in. Binihêrê ji Efrînê 350 hezar Kurd ji ber zilma PKK, PYD, DEAŞ û YPGyê li wan dikir, revîn û xwe spartin Tirkiyeyê. Armanca me ew e ku em vê zilmê ji holê rakin û êrîşên terorê yên ku ji herêma Mertala Feratê û Efrînê dijî me tên kirin biqedînin."
Serokwezîr Yildirim wiha xeberda: "Di van rojan da li ser sînorê me yê başûr lîstikên nû tên amadekirin. Ji aliyekî va qaşo welatên mutefîqên me ne soz li ser sozê didin me û ji aliyê din va jî rêxistinên terorê yên wek PKK, YPG, PYD, DEAŞê li herêmê bi cih dikin. Ma Tirkiye li hemberî vê bêdeng dimîne, Tirkiye qet meydanê ji rêxistinên terorê ra dihêle? Wek ku Serokomarê me jî anî ziman ya hewce dike em dikin û emê bikin jî. Em vê çima dikin? Jo bo ku ew PKK, PYD, DEAŞa rêxistinên terorê ji bo ku sibê roj nebin belayên mezintir ên serê me."
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yilidirim wiha peyivî: "Me verastkirineke ji bo wan kesên di kana madenê ya Somayê da man wek şehîd qebûl bike çêkir û hin heq dan wan. Zonguldakê ji wan heqan îstifade nekiribû. Em niha vê yekê jî verast dikin, ji bo birayên me yên di Dezgeha Komirê ya Zonguldakê da wefat kirine ra jî mertebeya şehîdiyê didin û xizmên wan di saziyên dewletê da hildidin kar. Ser xêrê be."