30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
ZONGULDA
Li Devreka navçeya Zonguldakê midîbusa ku ji gera Eskişehirê vegeriya, wergeriya û 23 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyê midîbus ji Eskîşehirê gerê vedigeriya û endamên Qulûba Seyahên Aware tê da bûn. Midîbusa ku Îbrahîm Arslan ew diajot û plaqa wê 67 NZ 016 ye, li texma Başlarkadiyê wergeriya.
Di qezayê da bi şofêr va 22 kes birîndar bûn.
Birîndar ji midîbusê derxistin û rakirin nexweşxaneyan.
Hat gotin ku rewşa du kesan giran e.