02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Hezîran 2016
MUŞ
Sê sed nefer tirkên Ahiskayê yên ku li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û di kordînasyona Serokwezîr Bînalî Yildirim da dê li Xelata navçeya Bitlîsê bên bicihkirin, hatin Mûşê.
Tirkên Ahiskayê bi xebatên hevpar ên Wezareta Karên Derva, Yekîtiya Tirkên Ahiskayê ya Cihanî û Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê va gihîştin bajêr û qederek piştî ku li vir wekî mêvan man, dê derbasî Xelatê bibin.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Îdareya Koçê Salih Biçak di daxuyaniya xwe ya ku da peyamneran da diyar kir ku ewê tirkên Ahiskayê yên ku bêyî pirsgirêk anîn Mûşê, bibin Xelatê û li malê wan bi cih bikin.
Biçak destnîşan kir ku Walîtiya Bitlîsê û Qaymeqamtiya Xelatê gelekî xebitîn ku avahî bên çêkirin.
Serokê Giştî yê Yekîtiya Tirkên Ahiskayê ya Cihanî Ziyatdîn Kassanov jî diyar kir civakeke ku 3-4 carî bi mişextê ra rûbirû ma herî dawî gihîşt welatê bav û kalên xwe.
Kassanov bal kişand ku ji ber eleqeyê ew gelekî hestiyar bûn û wiha dewam kir:
"Ne mimkûn e ku mirov bi gotinan qala vê hestê bike. Divê mirov hîs bike û bijî. Xwîşk û birayên me, mezinên me yên ku hatin vir, pir hestiyar in, hemû kelogirî ne. Tûşî gelek eziyetî hatin. Di 1944an da hatin sirgûnkirin. Di 1989an da ji Ozbekistanê bal Ukraynayê hatin şandin. Li Ukraynayê di nava herêma şer da man. Li ser navê hemû miletê xwe, ez gelekî spasiya brêz Serokomarê me dikim, Tirkiye dewleteke pir bihêz e."