Önder Beyter
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê di brîfînga rojane ya li Qesra Spî da li ser rojevê nirxandinên xwe anîn ziman.
Sandersê diyar kir ku piştî encamên duh ên hilbijartinê ew amadekariyên xwe didomînin ku Serokê Amerîkayê Trump û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan axaftinekê bikin.
Berdevk Sandersê bangî Tirkiyeyê kir ku seba bihêzkirina demokrasiya xwe gav bavêje û ji bo çareserkirina meseleyên dualî hewl bide û wiha got, "Ji bo dupatkirina peywendiyên me yên xurt, em hewl didin û xebata wê yekê dikin ku di navbera Serok Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan da axaftinekê eyar bikin."
Sandersê behsa wê yekê nekir bê ka axaftin dê kengê were kirin.