09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
MÛSIL
Li bajaroka Başîkayê ya li bakurê rojhilatê Mûsilê ya ku di bin kontrola hêzên pêşmergeyan ên girêdayî Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de ye tunelên DEAŞa rêxistina terorê derketin holê.
Bajaroka Başîkayê ya ku lê piranî xiristiyan û êzdî dijîn û 20 kîlometro dûrî navenda bajarê Mûsilê ye seranserê 27 mehan di destê DEAŞê de bû. Hemû sivîlên li bajarokê hatin tehliyekirin û derket holê ku terorîstên ku navenda bajarokê ji bo ku xwe ji balafirên şer ên hêzên koalîsyona navneteweyî biparêzin li bin malan tunel kolane.
Hat diyarkirin ku dirêjahiya tunelekî ku hêzên pêşmergeyan li Taxa Rabîayê ya li rojhilatê navenda bajarokê derxistin holê 200 metro ye û bilindahiya wê jî metro û nîv e.
Hêzên pêşmergeyan ên li herêmê dan zanîn ku tunela navborî ji bin gelek avahiyên stratejîk û bilind ên li bajarokê derbas dibin û şaxê wê hene. Hat tespîtkirin ku mensûbên DEAŞê yên dixwazin ku xwe ji êrîşên asîmanî biparêzin dikarin tunelan de çendî hefteyan erzaq depo bikin û ji bo razanê jî cihên taybet çêkirine.
Hat dîtin ku milîtanan li tunelean kabloya cêyranê kişandine û hewl dane ku ji bo jiyanê ji xwe re cihek amade bikin.
Hat ragihandin ku milîtanên DEAŞê piştî ku ji ser banên avahiyên cuda êrîşê hêzên ewlehiyê kirin tunelên navborî bi kar anîne û hewl dane ku xwe bispêrin herêmên ewledar an jî avahiyên cuda.
Digel ku Başîka bi temamî di bin kontrolê de ye ji ber tunelên ku hêj nehatiye tespîtkirin ku li ku ne car carna milîtan êrîşê hêzên pêşmergeyan dikin û pişt re xwe vedişêrin. Ji ber wê jî carna li kolanan pevçûn derdikevin.
- Herêma rojhilat bi temamî paş ve hat sitandin
Bajaroka dawîn a li rojhilatê Mûsilê ya di destê DEAŞê de Başîka bû. Piştî ku ev der paş ve hat sitandin tehdîda rêxistinê ya li ser herêma rojhilat ji holê hat rakirin.
DEAŞa rêxistina terorê di 3yê tebaxê de li navenda bajêr bajaroka Başîkayê ya ku lê nêzî 35 hezarî zêdetir mirov dijîn bi dest xistibûn.