04 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
BITLÎS
Li Xelata navçeya Bitlîsê ji ber berf û bagerê rêya gund hat girtin û nexweşa diyabet û hîpertansiyonê Muyesser Oztura li gund mehsûr ma. Ekîbên UMKEyê piştî xebateke zehmet û dûdirêj Oztura gihandin nexweşxaneyê.
Li gundê Cemaleddînê yê ku 17 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê ye û ji ber berfê rêya wê xitimî, Ozturaya nexweş diyabet û hîpertansiyona wê bilind bû û xizmên wê jî ekîbên 112 Servîsa Bilez agahdar kirin.
Li ser gazî û daxwazê Ekîbên Rizgarkirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) derketin rê.
Ekîbên ku ji navenda Bitlîsê hereket kirin û 40 kîlomêtro rê çûn, di 2 kîlomêtroyên dawîn da asê man û ji vir şûnda peya dewam kirin.
Ekîban li gund midaxaleya ewil kir û nexweş Oztura piştî 6 saet xebatê gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya Ozturayê baş e.
- "Em rojê 2-3 nexweşan xilas dikin"
Mahmut Konyarê Serhekîmê Serwêsa Ambûlansê ya Bajêr a 112ê û ji ekîba UMKEyê di daxuyaniya xwe da û got ji bo ku xwe bigihînin nexweşên ku ji ber berf û bagerê mehsûr mane hewleke mezin didin.
Konyar destnîşan kir ku di encama xebatan da rojê 2-3 nexweşan digihînin nexweşxaneyan û got, "Em hewl didin, diwestin lê belê ji bo me ya girîng ew e ku alikariya nexweşan bikin."
Ridvan Ozturayê kurê Muyesser Ozturayê jî got ku diya wî nexweşa şekir û hîpertansiyonê ye.
Oztura got ji ber ku rê girtî bû gazî ekîbên tenduristiyê û UMKEyê kirin û wiha axivî: "Ekîb gihîştin gundê me û midaxeleya ewil kirin. Xwedê ji wan razî be."