09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
BITLÎS
Şaredariya Bidlîsê ya bi biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî Şaredar lê hat wezîfedarkirin, ji bo welatî ku necemidin hin rawestgehên biklîma çêkiribûn.
Li Bidlîsê şert û mercên zivistanê zor û dijwar in.
Ji ber ve yekê şaredariya Bidlîsê bi taybetî ku kesên kal, pîr, nexweş û zarok ku li rawestgehên otobêsan û zor û zehmetiyê nekişîn hin rawstegehên biklîma çêkir.
- "Ev çend sal in em li hêviya xizmeteke wiha nin"
Serokê Koperatîfê Wesayîtên Bimotor a Bidlîsê Felemez Kok daxuyand ku bi saya rawesteghên biklîma êdî welatî nacemidin. Kok wiha axivî:
"Me li wilayetên din dîtibû ev xizmet û me her dem digot xwezî li vê derê jî hatiba çêkirin. Lê tu şaredariyan mixabin çênekir. Niha hat çêkirin. Em gelekî memnun in. Jinên bizarok tên rûdinîn. Me jî û gelê me jî ev rawestgehên biklîma gelekî ecibandin. Em hez dikin rawestegehên din jî hemû biklîma bên çêkirin. Ez ji kesên ku ji vê xizmetê re bûn wesîle gelekî sapas dikim."