29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê da hat diyarkirin ku di êrîşa terorê ya li ser Balafirgeha Ataturkê da ji saet 13.00an pê va 41 kes mirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku nasnameya 37 kesan hat tesbîtkirin û wiha hat gotin:
"Hat tesbîtkirin ku ji van 10 kes biyanî ne, 3 kes jî welatiyên du dewleta ne. Cinazeyê 19 miriyan teslîmî malbatên wan kirin. Ji 239 kesên birandar ên li nexweşxaneyê 109 kes hatin taburcîkirin. Tedawiya 130 kesî hê dewam dike. Lêkolîna li ser kiryarên vê êrîşa menfur dewam dike. Rihma Xwedê li kesên ku di vê êrîşa bêbext da mirin be, serê malbat û eqrebeyên wan sax be, Xwedê şifayê bide birîndaran."
- Nasnameya kesên ku di êrîşê da mirin
Li gor agahiyên ku hatin sitandin nasnemaya biyanî û welatiyên ku di êrîşê da mirin wiha ye:
"Çaglayan Çol, Mustafa Biyikli, Erol Eskîsoy, Siddik Turgan, Ferhat Akkaya, Ertan An, Alî Zulfîkar Yorulmaz, Serkan Turk, Goksel Kurnaz, Ozgul Îgde, Mahmut Mert, Sidik Peçenek, Umut Sakaroglu, Huseyîn Tunç, Ercan Sebat, Ethem Uzunsoy, Tevfîk Yusuf Haznadaroglu, Mahmut Çîzmecîoglu, Adem Kurt, Habîbullah Sefer, Murat Gulluce, Abdurrahman Abdullah Îbedullah, Muhammed Eymen Demîrcî, Gulşen Bahadir, Fathi Bayoudh, Mukhîddînov Samat, Salar Davudî Kohnehshahri, Taher Mîsfîr Almalkî, Nisreen Hashem Shammad, Vafîka Alî Bîlal, Larysa Tsybaklova, Kerîme Amîrî, Meryem Amîrî, Zehra Amîrî, Huda Amîrî, Abdulhekîm Bugda, Mustafa Husham Saeed."
Wek mayîn ji bo tesbîtkirina nasnameya 4 cinazeyên ku jê 2 heb jin in xebat dewam dikin.