Önder Beyter
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ANKARA
Warêlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 75,90 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta brent roja înê bi 75,40 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 75,71 dolarî. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî bi 75,13 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.21ê pê va ji sedî 1,02 rabû û bû 75,90 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 65,85 dolarî hat firotin.
Li gorî daneyên ku Rêveberiya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) duh eşkere kirin, dihat pêşbînîkirin ku li wî welatî hefteya çûyî stoka nefta xam 1,8 milyon warêl be, lêbelê 2 milyon warêl daketin çêbû. Tê texmînkirin ku daneya stokên APIyê wê li ser bihayê neftê bandoreke ber bi jor bike.
Tê pêşbînîkirin ku bala piyaseya neftê li ser wê civînê ye ku wê di 22-23yê hezîranê da li Wiyanayê were lidarxistin û welatên OPECê û hin welatên dervayî OPECê wê beşdar bibin.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 76,08 û 76,47 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 73,30 û 75,69 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.