11 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê mensûbên rêxistina terorê PKKyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk anîbû û tê da ji heman malbatê 5 kes miribûn. Di êrîşê da bûk û du neviyên Turan Aydin mirin û ji ber hindê Aydin pir bi hêrs e.
Li Sûra ku navçeyeke navendê ye li tanga Pira Dehderî terorîstên PKKyî bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî wesayîta polêsan kiribû. Di êrîşê da 3 efradê malbata Turan Aydin, bûka wî Demet Yildirim Aydin (31), neviyên wî Oguz Kaan (8) û Ceylînaz (3) mirin. Aydin seba wergirtina cinazeyan ji Gebzeya Kocaeliyê hat Diyarbekirê û li ber morgê giriya.
Aydinê ku ji xwe va çû zêmariyên mîna, "Ma zaroyên min çi bi we kiribûn?", "Zaroyên min berxikê min bidin min", "Oguz Kaan şûna te ez bimirim", "Zaroyên zaroyê min" got.
Aydin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da got ku di êrîşê da bûka wî, neviyên wî, pîrik û xaltiya neviyên wî mirin.
- "Çi sûc û gunehê van însanan heye?"
Aydin ragihand ku kûrê wî, buka wî her du neviyên wî ji bo mehekê hatin Diyarbekirê û wiha pê da çû: "Heke êrîş neqewimiya wê roja şemiyê biçûna Gebzeyê. Kaan neviyê min ê kurîn ê nixurî bû. Roja duşemê meyê qeyda wî çêbikira û bişanda mektebê. We ji van zarokan çi xwest? Hûn ji Tirkiyeyê, dewletê, esker, polês, karmend û pitikan çi dixwazin. Sûcê van mirovan çi ye?"
Aydin dia kir ku Xwedê firsendê nede terorîstan û wiha dewam kir: "Nanê wan tune, em bidin wan, lihêfa wan tuneye em yên xwe bidin. Ji bo Xwedê bila êdî destê xwe ji qirika me derxin. Ez perîşan bûm û hûn nebin. Sûc û gunehê zarokên min çi bû? Bila ew paşve bên di şûna wan da ez bimirim."
- Otopsiya du kesî temam bû
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ji 5 kesên ku di êrîşê da hatin kuştin otopsiya dayik Behiye Yildirim (52) û qîza wê Derya Yildirimê (23) temam bû.
Cinazeyê dayik û qîza wê teslîmî eqrebayên wan kirin.