Sevim Hatun
11 Tebax 2016•Rojanekirin: 13 Tebax 2016
DİYARBAKIR
Mehmet Sezgin Ulsenê ku li Sûra navçeya navendî ya Diyarbekirê di êrîşa bombeyî ya terorîstên PKKyî da birîndar bû got: "Xwedê bela wan kesên ku ev kir bide. Ma evana hesabê çi dikin?"
Endamên PKKya rêxistina terorê, li Sûra navçeya Diyarbekirê êrîş biribûn ser polêsan, di êrîşê da ji heman malbatê 5 kes miribûn. Tedawiya Ulsenê (33) ku di bûyerê da birîndar bû, li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê (DU) dewam dike.
Ulsen ji nûçegihana AAyê ra daxuyand ku ew digel xanima xwe ji bo gerê çûbû Pireya Dehderî, pêşî wesayita xwe li cihê lê teqîn çêbû park kir, paşê jî bir cihekî vala ya nêzî teqînê.
- Me li vê dinê cihenem dît
Ulsen got ew çawa ji wesayitê peya bûn, teqîn çêbû, perçeyên şaranpelan li wan ketin.
Ulsen kêliya teqînê bi gotinên wekî "me li vê dinê cihenem dît" anî ziman û got ku welatiyek ku bi wesayita xwe ji wir derbas dibû wî, sivîlek birîndar û polêsek birîndar anî nexweşxaneyê.
Ulsen wiha got: "Xwedê bela wan kesên ku ev bûyer li dar xistin bike. Ma evana hesabê çi dikin? Heke ku siyaseta wan li ser kurdayetiyê be, bila bikeve binê erda. Di navbera kurd û tirkan da ferq tune, em hemû însan in."
Duh li Sûra navçeya Diyarbekirê terorîstên PKKyê bi wesayita bombebarkirî êrîş biribûn ser servîsa polêsan. Di teqînê da ji heman malbatê 5 kes miribûn, 5 jê polês 12 kes birîndar bibûn.