14 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
Li Sura Diyarbekirê ji bo ku endamên rêxistina terorê PKKyê bên girtin, barîqat bên rakirin û xendek bên girtin operasyon hatin kirin. Welatiyan jî piştgirî da hêzên ewlehiyê ku çal bên girtin.
Piştî ku qedexeya derketina kolanan li taxa Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yildizê bi 2 hezar û 816 xebatkarên ewlehiyê ve 4 rojan operasyon hat kirin.
Di operasyonan de gelek çek û muhîmat hatin girtin.
Dema hêzên ewlehiyê bi makîneyên kar ve çal girtin, welatiyên ku ev demek e nikaribûn ji malên xwe derkevin jî ji malên xwe derketin û bi bêrikan ve xendekên li ber malên xwe girtin.
Welatiyan gotin ku ji ber êrîşan wan rojên pir nebaş derbas kirin, derûniya wan nebaş bûye û herî zêde jî zarok tirsyane û tesîra nebaş li ser zarokan çêbûye.
- Çay dan polêsan
Dema hêzên ewlehiyê xebitîn jinan çay da polêsan.
Dema zarokekê ji dayika xwe av xwest polêsekî ava xwe û çîkolata da zarok.
- Dibistan texrîb kirin
Di operasyonê de hat dîtin ku endamê rêxistina terorê Dibistana Seretayî û Dibistana Navîn a Mardînkapiyê, hin mal, kargeh wek navenda rêxistinê bi kar anîne. Zirar dane mase, komputer, pirtûk û gelek alavên din.