Haydar Şahin
21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
ANKARA
Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva got fikara Amerîkayê ya ji bo Tirkiyeya di dema rewşa derasayî da diçe hilbijartinê tu carî "nayê qebûlkirin".
Aksoy pirseke li ser daxuyaniya Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya ku digot "ji ber ku di dema rewşa derasayî da li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext ew ê were kirin di nav fikaran da ne" bersivand.
Aksoy bi bîr xist ku hemû hilbijartinên li Tirkiyeyê tên kirin demokratîk, adil û zelal in, bi raporên çavdêriya navneteweyî hatine teyîdkirin û wiha axivî: "Referanduma qanûna bingehî a ku di 2017an rewşa dereasayî da hat kirin îsbata vê ye. Dema ku vê rastiyê piştguh bikin û îdia bikin ku rewşa deresayî ew ê şikê bixe ser demokratîkbûna hilbijartina jî ev niyeta xirab e."
Aksoyê Berdevk got rewşa derasayî bi tenê ji bo çalakiyên terorîstên li dijî yekîtiya Tirkiyeyê û dewama welêt hatiye îlankirin û wiha pê da çû: "Li welatê me xêncî ya terorîstan maf û azadiyên tu welatiyekî nehatine astengkirin. Wekî mayîn li gelek welatan di rewşa derasayî da hilbijartin hatin kirin, ez dixwazim vê jî bi bîr bixim."
Hamî Aksoy diyar kir ku herî dawîn di sala 2017an da li Fransayê di dema rewşa derasayî da hilbijartin hat kirin û wiha pê da çû:
"Hin welatên ku îdia dikin bi serdestiya hiqûq û demokrasiyê baweriya xwe tînin dema mijar tê ser welatê me hikmê xwe pêşin didin, ev jî nîşana cotsitandardiya li dijî Tirkiyeyê ye. Hê hilbijartin nehatiye kirin radibin li ser vê daxuyaniyê didin. Ev midaxeleya li îradeya gel e û tu carî nayê qebûlkirin."