Ekip
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
ANKARA
Serokê Daraza Bilind Îsmaîl Ruştu Cîrît der barê mesûliyeta hakim û dozgeran got: "Wezîfeya hakim û dozgeran bi giştî wezîfeya pêbawerîbûnê ye. Ji 3 paran parek kesên ku vî karî dikin di nav çalakiyên terorîstiyê de cih girtine, ev jî bûye sedem ku gel baweriya xwe bi darazê neyne. Kesên ku vî karî dikin ên ku civak divê herî zêde bi wan ewle be heke li gor armanca rêxistina terorê tevbigerin an jî îhtimaleke wiha çêbibe ev bi tena serê xwe têrê dike ku civak şaş û metel bimîne û serobino bibe."
Bi munasebeta destpêka sala nû ya edlî li Salona Konferansê ya Dara Bilind merasimek hat lidarxistin û Serokê Daraza Bilind Îsmaîl Ruştu Cîrît axaftinek kir.
Serokê Dadgeha Daraza Bilind Cîrît, der heqê darizandinên FETOyê de wiha nirxandin kir:
"Peywira me ne ew e ku em bi hest, coş û xurûş û herwiha pêşdarazan va tevbigerin. Peywira me ew e ku divê em ji standartên mafên mirovan yên ku pergala hiqûqa Tirkiyeyê di van salên vê axiriyê da bi serkeftineke mezin bilind kirin, neyên xwarê û li gorî delîlên objektîf biryaran bidin."
Cîrît axaftina xwe wiha domand:
"Di têkoşîna dijî terorê da bar dikeve ser milê hemû dewletan û hemû dewlet divê bi taybetî ji bo ku çek û cebilxane nekevin destê rêxistinên terorê tewdîran hildin. Heke ev tewdîr neyên hildan ev yek rasterast û bi qismî wek alîkariya terorê ye. Lê ew welatên piştgiriyê didin terorê divê bizanibin ku wê rojekê berê wan çekan bizivire alî wan jî. Em li bendê ne ew welatên rasterast û yan jî bi qismî piştgiriyê didin rêxistina terorê bila li gor peyman û hiqûqa navneteweyî tevbigerin."
Bal kişand ser mehkemekirina endamên FETOyê û got:
"Kesên ku ji emanet ra xiyanet kirin, wezîfeya xwe ya dewletê bi taybetî jî rayeya xwe ya darazê dan ber destê rêxistinekê, ji wan kesan ra deynê me tenê edalet e. Bêşik û bêguman ev kes ew ê bi adilî bên darizandin, em ê cezayên ku di hiqûqa me da hatine eşkerekirin bidin wan û pergala kamûyê dîsa tesîs bikin."
Mesûliyeta hakim û dozgeran jî wiha şirove kir:
"Wezîfeya hakim û dozgeran bi giştî wezîfeya pêbawerîbûnê ye. Ji 3 paran parek kesên ku vî karî dikin di nav çalakiyên terorîstiyê de cih girtine, ev jî bûye sedem ku gel baweriya xwe bi darazê neyne. Kesên ku vî karî dikin ên ku civak divê herî zêde bi wan ewle be heke li gor armanca rêxistina terorê tevbigerin an jî îhtimaleke wiha çêbibe ev bi tena serê xwe têrê dike ku civak şaş û metel bimîne û serobino bibe."