Önder Beyter
27 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2019
BITLÎS
Li Bidlîsê Navenda Kaşûnê ya Xana El Amanê ku di bin sîwana Wezareta Ciwanî û Werzişê da fealiyetên xwe dimeşîne, dawiya hefteyê bû rawestgeha kaşûnhezan.
Welatiyên ku keysa xwe li dawiya hefteyê anîn, berê xwe dan navenda kaşûnê ya li kêleka rêya Bidlîs-Tetwanê û li vê derê kaşûn û snowboardê dikin û bi xizekê xwe dişiqitînin û herwiha û bi vî awayî ji xwe ra kêfê dikin.
Welatî Saît Durer di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî dawiya xwe ya hefteyê li navenda kaşûnê bi xweşiqitandinê ra derbas kir.
Durer destnîşan kir ku gelek welatî hatin navenda kaşûnê û wiha dewam kir, "Ev der memleketê berfê ye. Em nikarin zêde ji malê derkevin. Tekane werzişa ku em dikin jî kaşûn e. Em ji herkesî ra pêşniyaz dikin ku bên navenda kaşûnê ya me."
Ferdî Cevrîmê Snowboardbaz jî diyar kir ku li bajêr derfetên aktîvîteyên sosyal hindik in û lewma jî ew dawiya hefteyê snowboardê dikin û dixwazin ku ji ciwanan ra bibin nimûne.