Fatih Gazioğlu
06 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
SÎÎRT
Parlamenterê AK Partiyê yê Sêrtê Osman Oren got wan ji bo ku xeta rêhesinê ji Kurtalanê heta Sêrtê were dirêjkirin dest bi xebatê kirine.
Parlamenter Oren der barê mijarê da daxuyanî da û got ku dirêjehiya xeta rêhesinê wê 36 kîlometre be û wiha axivî:
"Em bi wezaretê û Midûriyeta Giştî ya Rêhesinê ya Dewletê re axivîn. Xebata me encam da. Xeta rêhesinê ya ku heta Kurtalanê û ji wir ber bi Sêrtê va jî dirêj bikin. Di xeta rêhesinê da 7 tunel, 6 viyaduk û pirek cî digire. Xebatên xetê wê heta meha tîrmehê biqede."