17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş diyar kir ku her tim li Texsîmê kêmasiya mizgeftê didîtin û got, "Mizgeftê li rexê Dêra Santa Marîayê be û herdu îbadetgehê jî li Texsîmê mêze bikin. Ev jî nîşan dide ku eva dera bajarekî çiqasî bi xweşbînî ye."
Xîmê mizgefta ku li Texsîmê bê çêkirin bi merasim hat avêtin. Di merasimê da hafiz Halîl Necîpoglu Qurana Pîroz xwend, bi diayan va tevirê ewil li erdê xistin û xerc avêtin hîmê binî.
Topbaş di merasimê da axivî û diyar kir ku ya ku îro tê kirin dîtina hewcedariya îbadetgehekê ye.
Topbaş bal kişand ku Selçuqî û Osmaniyan li gor hewcedariyan erd ji avakirinê ra vedikirin û wan jî îro wisa kiriye.
Şaredarê Beyoxlûyê Ahmet Mîsbah Demircan jî got 50 salê wî li Texsîmê derbas bûn û li vê derê her tim kêmasiya mizgeftekê dîtin.
Demircan destnîşan kir ku her rojên înê mecbûr diman û diçûn mizgeftên li texmên din û got, "Me li gor şan û şerefa Texsîmê di nimêjeke înê da sef negirt. Ji welatên xerîb mêvan dihatin û ji me mizgeft an mescid dipîrsin me nikaribû rêyek nîşanî wan bida."
Îsmaîl Gultekînê Alîkarê Waliyê Stenbolê, Nusret Bayraktarê Şaredarê Beyoxluyê yê berê, nivîskar Alî Riza Demircan û gelek welatî beşdarî merasima danîna xîmê binê mizgeftê bûn.