İbrahim Atmaca
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
DUZCE
Wezîrê Zanist, Sanayî û Teknolojiyê Faruk Ozlu der heqê15 parlamenterên ku ji CHPê îstifa kirin, derbasî ÎYÎ Partiyê bûn û cardin vegeriyan CHPê da got: "Wek komedî ye. Îstifa dike, weke 'veke, bigre' paşve gazî dikinê. Şanoyek, komediyek e. Yanî hûn ê kê dera vê bi bawer bin. Rewş diguhere, îstifa dikin. Rewş diguhere, cardin vedigerin. Qet rewşeke baş nîne. Hedîseyeke ku lê nayê ye."
Wezîr Ozlu li Duzceyê beşdarî Merasima Xîmavêtinê ya Salona Sporê ya Îbrahîm Hoşverê Çîlîmî bû. Ozlu û endamên protokolê paşê Navenda Polêsan a Şehîd Osman Çatana vekir.
Ozlu li Duzceyê piştî ku beşdarî hin merasimên din bû, pirsên rojnamegeran bersivandin û got ku xebatên hilbijartinê baş dewam dikin.
Ozlu ji bo bernamzedên ku serî li AK Partiyê dan got ku pêvajoya neqandina namzedan didome, ew bawer dikin ku Serokomar wê biryara herî rastîn bide û namzedên 81 bajaran wê di 21ê gulanê da werin îlankirin.
Wezîr Ozlu li ser pirsa 15 parlamenterên ku ji CHPê îstifa kirin, derbasî ÎYÎ Partiyê bûn û cardin vegeriyan CHPê wiha got:
"Ka ez çi bêjim? Wek komedî ye. Îstifa dike, weke 'veke, bigre' paşve gazî dikinê. Şanoyek, komediyek e. Yanî hûn ê kê dera vê bi bawer bin. Rewş diguhere, îstifa dikin. Rewş diguhere, cardin vedigerin. Qet rewşeke baş nîne. Hedîseyeke ku lê nayê ye. Lê di 24ê hezîranê da miletê me her tiştî dibîne, miletê me wê teqdîra vê bike."