2016 ж. 25 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 26 қазан
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tewdîrên ji bo welatiyên li dijî PKKya rêxistina terorê û alîgirên wê siyasetê dikin û gef li wan tê kirin, tên hildan tiştekî lazim e û rewşeke normal e.
Ji Navenda Çapemeniyê ya Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat gotin ku tewdîrên parastin û ewlehiyê yên ji bo siyasetmedarên AK Partiyî ku PKKê ew ji xwe ra kirine hedef tên hildan ji hêla hin saziyên medya û çapemeniyê va tê berevajîkirin û ew yek wek "çekdarîbûn" tê parve kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di demên dawîn da li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê siyasetmedarên li gor rê û rêzikan xebatên xwe dikin, rastî êrîşê tên û li pêş çavên malbatên xwe tên kuştin, ev yek hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Siyasetmedarên me yên ku hewl didin siyasetê bikin û rêxistina terorê ya cudaxwaz jî dixwaze qada siyasetê teng bike û wan ji xwe ra kiriye hedef lê pêk anîna ewlehiya wan û parastina wan siyasetmedar û welatiyên ku dixwazin siyasetê bikin wezîfeya sereke ya dewletê û ya me ye."
- "Ji bo cinayetên siyasî yên nû zemîn tê amadekirin"
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ne tenê ji bo Anadoluya Rojhilat û Başûrrojhilat, ji bo hemû rêvebirên partiyên siyasî, ku di hedefa rêxistinên terorê da nin û gef li wan tê xwarin, di bendên qanûn û rêziknameyên wek "Rêziknameya Xizmetên Parastinê" û "Li ser çekên ku tên agirkirin" da tevdîrên ewlehî û parastinê hatin hildan û wiha hat gotin:
"Li gor rêziknameyê ji bo kesên ku divê ji ber wezîfeya xwe werin parastin û kesên ku dibin an jî dikin hedefa rêxistinên terorê, tevdîrên heyî yên ewlehiyê û tevdîrên hewce dikin, di çarçoveya berpirsiyariya dewletê ya ji bo welatiyên xwe da li gor rê û rêgezên xwe tên hildan.
Di vê serdema ku têkoşîna dijî terorê bi awayekî xurt dewam dike da hêzên ewlekariyê ketin deverên ku wekî 'rizgarî' hatin îlankirin û gelek endamên rêxistinê kuştin. Lê di hin dem û dezgehên çapemeniyê da jî nûçeyên bi vî rengî zêde zêde derdikevin û ev jî gelekî manîdar e. Di hin dem û dezgehên çapemeniyê ku bi ser rêxistina terorê ne da nûçeyên derew tên belavkirin û ji cinayetên nû yên siyasî ra zemînê amade dikin. Di vê çarçoveyê da hikûmet û wezareta me bona siyasetmedarên ku di bin gefa terorê da ne tevdîran xurt dike û divê di vê serdemê da dem û dezgehên çapemeniyê jî baldar û hesas bin."