2016 ж. 25 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 26 қазан
ARDAHAN
Li Erdexanê berf û mijê bandoreke neyînî li heyata rojane kir.
Li Rojhilatê Anadoluyê piştî ku hewa sar bû, li navenda Erdexanê berf û baran bariya.
Bi taybetî li ciyên bilind ji ber berf û mijê li Çiyayê Ilgara li ser rêya Erdexan-Posofê û li texma Saharaya li ser rêya Erdexan-Artvînê şofêrên wesaîtan zehmetî kişandin.
Li Çildir û Posofê li ciyên bilind û zozanan bi barîna berfê ra dîmenên xweş derketin holê.
Rayedarên meteorolojiyê diyar dikin ku li ciyên bilind wê berf bibare û li ciyên nizim jî berf û baran bi hev ra bibare.