Fatih Gazioğlu
21 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Cigîrê Serokê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û Endamê Lijneya Rêveberiyê ya UEFAyê Servet Yardimci der barê namzediya Tirkiyeyê ya bona Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê ya 2024an de wiha got: "Êdî divê mafê organîzekirina turnuvayê bidine Tirkiyeyê. Ji bo ku guherîn çêbibe em ji UEFAyê rayê dixwazin."
Welatê ku Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) wê organîze bike, li Nyona bajarê Swîsreyê wê 27ê îlonê roja pêncşemê diyar bibe.
Servet Yardimci der barê namzediya Tirkiyeyê ya bona Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê ya 2024an de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî:
"Êdî dema Tirkiyeyê ye. Êdî divê organîzekirina turnuvayê bidine Tirkiyeyê. Ji bona ku guherîn çêbibe em ji UEFAyê rayê dixwazin. Ez hêvîdar im ku UEFA jî wê raya xwe bide me û mafê organîzekirina turnuvayê wê bide Tirkiyeyê."
- "Em vê dorê amade ne"
Yardimci got ku Tirkiye ev cara 4emîn e dibe namzed û wiha peyivî:
"Em vê dorê bi temamî amade ne. Çimkî sozên men dan hemû me bi cih anîne û hê di ser da me gelek tiştên din kirine. Em êdî guherînê dixwazin. Rûsyayê Kupaya Dinyayê di dîroka xwe da cara ewil organîze kir û bê pirsgirêk bi serketin. Çima em nekin? Tirkiye jî dikare di Şampiyoniya Ewropayê da heman tiştî bike."
Yardimci got ku şirketa Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) her roj mezin dibe û dikarin biçine 4 aliyê Tirkiyeyê, ev ji bona organîzasyonê avantajeke mezin e û wiha dewam kir:
"Eger em qezenc bikin em dikarin pêşbirkan li hemû bajaran bidine leyîstin. Me û Almanyayê dosyeyên xwe beriya namzedên din teslimî UEFAyê kirine. Encama dosyeyan wê were eşkerekirin. Em ê wê çaxê bibînin ka şansê kê zêdetir e. Înşellah emê qezenc bikin."