İbrahim Atmaca
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 20 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Fenerebahçe di Koma Dyê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê da wê sibê pêşbirka xwe ya ewil li deplasmanê bi Dinamo Zagreba tîma Xirwatistanê ra bileyîze.
Pêşbirk wê li paytext Zagrebê di Stada Maksimirê da bi saeta Tirkiyeyê 22.00î da dest pê bike û hakemê pêşbirkê Craig Pawsonê Îngiliz e.
Fenerbahçe di dîroka kûpayên Ewropayê da berî niha bi tu tîmeke Xirwat ra neleyîstiye û wê sibê cara ewil bi tîma Dinamo Zagrebê ra bileyîze.
Dinamo Zagrebê sezona borî di Lîga Xirwatistanê da bûbû şampiyon.