09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Buroya Teror û Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê beşek ji lêpirsîna xwe ya der heqê îdiaya ku ji bo hin berşikên doza "Plana Balyozê" da "dafik" danîne, temam kir.
Serdozgeriyê di îdianameya xwe da xwest ku seba rojnamevan berşikê girtî Mehmet Baransu û berşikê fîrarî Tuncay Opçîn ji her yekî wan ra 75 sal, seba berşikên din Ahmet Altan, Yasemîn Çongar û Yildiray Ogur ji her yekî wan ra jî 52 sal û 6 meh cezayê hebsê bê dayîn.