İSTANBUL
Tê îdiakirin ku der heqê hin bersûcên ku di doza plana Balyozê de tên darizandin de kûmpas hatiye kirin û der heqê vê kûmpasê de lêpirsîn tê kirin. Rojnameger Mehmet Baransû jî di çarçoveya vê lêpirsînê de hat binçavkirin.
Tîmên Şaxa Ewlehiyê ya Stenbolê, di xaniyê rojnameger Baransû yê li Kagithaneyê de lêgerîn kir.
Hat gotin ku lêgerîn bi hinceta, îdiayên kûmpasê hat kirin. Di malê de li cd û belgeyên der barê kûmpasê de geriyan.
Ekîpên Hêzên Ewlehiyê di encama lêgerîna 12 saetan kişand de dest danî ser hin belgeyan. Mehmet Baransû hat binçavkirin. Belge jî kirin çewalan û birin navenda ewlehiyê.