28 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim der barê referanduma nemeşrû ya li bakurê Iraqê hat kirin da wiha got: "Li herêmê xebatên rê li ber perçebûnê vedikin û sînoran diguherînin, li herêmê avakirina dewletên çêkirî ji bo hizûr û ewlehiyê gef û talûke ne. Di vê mijarê da wê Îran, Iraq û Tirkiye di nav hevkariyê da bin û em ê xebatên xwe bimeşînin. Hedefa me kurd, tirkmen, ereb û neteweyên din yên li Îran, Iraq û Tirkiyeyê dijîn nînin, hedefa me ew rêvebirî ye ku pê kutaye erdê û dinyayê hildaye hemberî xwe û di referandumê da israr dike. Berpirsyariya encaman jî di sitûyê wan da ye."
Yildirim: "(Tengavkirinên li dijî bakurê Iraqê) Gavên berbiçav jixwe wê werin avêtin, dest pê kirin. Vê gavê Wezareta Karên Derva ragihand ku wezîfedarê rêvebiriya Hewlêrê Bakurê Iraqê yê li ofîsa Tirkiyeyê cardin ji Bakurê Iraqê neyê. Di axaftina me û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî da jî me biryar da ku di çarçoveya biryara ku Meclisa Iraqê hilda da piştî ku hikûmeta navendî kontrola deriyên hidûd, balafirgeh hilde destê xwe, Tirkiyeyê jî wê êdî karên aborî, bazirganî, têkiliyên dîplomatîk bi hikûmeta navendî ra bimeşîne. Me biryara vê jî da."
Yildirim: "Em bendê ne ku şaredarên me guh bidin daxwaz, hêvî û hewcedariyên welatiyan û li hember wan hesas tevbigerin. Heke hin kesên ku wiha tevnegerin hebin, gendeliyê bikin û di navbera wan û bajarê ku bi rê va dibin de têkiliyek tunebe çi hewce bike, emê bikin. Ev tişt tenê bi şaredariyên ji AK Partiyê re eleqedar nîne. Ji kîjan partiyê dibe bila bibe, kî xeletiyekê bike emê bi biryar li ser wan de herin."