27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
İSTANBUL
Piştevanên Galatasaray, Fenerbahçe, Beşîktaş, Kasimpaşa, Medîpol Başakşehîr, Trabzonspor, Çaykûr Rîzespor û Bûrsasporê êrîşên terorê protesto kirin.
Alîgirên ku ji cihên cuda cuda yên li Stenbolê derketin rê li Tunêlê kom bûn.
Alîgirên ku sloganên wekî "Şehîd namirin, welat ji hev perçe nabe", "welat canê min ji tera feda", "Bimire PKK", "Tirk û Kurd bira ne" berz kirin û heta cihê ku bûyera terorî çêbû meşiyan.
Alîgirên ku xwestin heta Qada Taksîmê bimeşin li ser hişyariya polêsan rawestiyan û li cihê ku êrîş lê çêbû meşiyan û meş dawî kirin.