26 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
DIYARBAKIR
Dîlara Ertaşa ku ji ber êrîşên terorê yên li Sûra navçeya Diyarbekirê qasî ku têrê dike îdman nekiribû di Şampiyonaya Tekvandoyê ya Ewropayê da bû peşbaza 2yan.
Ertaşa 14 salî ya ku li Melîkehmeda taxa Sûrê rûdinê û di nav şert û mercên zor da îdmanên xwe kir di pêşbaziya ku di navbera 12-20ê sibatê da li Antalyayê hat lidarxistin da bû pêşbaza 2yan û bû rûmeta bajêr.
Ertaşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber bûyerên ku li Sûrê diqewimin jiyaneke wek "jiyana penaberan" jiya û wisa xwe ji bo pêşbaziyê amade kir û di nav gelek tengasiyan da ma.
Ertaşê diyar kir ku di dema êrîşan da mala xwe terk nekirine, ji ber bûyerên li Sûrê qasî têra xwe nexebitî û dîsa jî di pêşbaziyê da bû pêşbaza 2yan.
- "Polêsan ez xilas kirim"
Ertaşê destnîşan kir ku di çûyîn û hatina îdmanan da gelek tengasî kişand û wiha axivî:
"Kekê me yên polês em dibirin antrenmanan. Ez carekê jî di nav pevçûnê da mam. Ku polêsan ez xilas nekirima nika ez miribûm. Min gelek tengasî kişand lê belê dev ji sporê berneda. Min ev bi saya piştgirî û pêbaweriya antrenorê xwe kir."
Ertaşê gor ku daxwaza wê ew e ku bûyerên li herêmê bi dawî bin û wiha pê da çû: "Ez bangî malbatan dikim, li qîzên xwe xweyî derkevin, bira neyên xapandin. Di pişt hendekan da ciwanên 15-16 salî hene. Bira vê nekin. Bira bi spor, muzîk û hûnerê ra eleqedar bin."