Her du welatê di 13yê tîrmehê de li Stada Maracanaya ku li bajarê Rîo de Janeîroyê ye dê bên hemberî hev.
Pêşbirk bi saeta Tirkiyeyê ve dê di 22.00an de dest pê bike.
Arjantîn di pêşbirka nîvefînalê de Hollanda bi penaltiyan ve 4 û 2 têk bir û derket fînalê.
Almanyayê jî di pêşbirka nîvefînalê ya ku duh hat kirin de Brezîlya 7 û 1 têk biribû û bûbû fînalîstê ewil.
Bi van encaman Almanya û Arjantîn bûn reqîbê hev.
Arjantîn di organîzasyona Kûpaya Dinyayê de ev cara 5emîn e derdikeve fînalê û dixwaze cara 3yemîn kûpayê qezenc bike.
Di Kûpaya Dinyayê de Brezîlya û Hollanda jî ji bo sêyemîntiya Kûpaya Dinyayê dê di 12yê tîrmehê de bên hemberî hev.