Di têkoşînên Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de di Koma Hyê de bi tenê Belçîka bû xwediyê 3 pûanan û bû pêşîkêşê koma xwe.
Di Koma Hyê de Belçîka û Cezayîr hatin hemberî hev. Di pêşbirkê de ewilî Cezayîr 1 û 0 bi ser ket. Belçîkayê dest ji têkoşînê berneda di nîva duyemîn a pêşbirkê de Maroûane Fellaînî di deqîqeya 70yî de gola Belçîkayê avêt û skor bû 1 û 1, di deqîqeya 80yî de jî Drîes Mertens gola duyemîn a tîma xwe avêt û Belçîkayê pêşbirk 2 û 1 qezenc kir. Bi vê encamê jî bû xwediyê 3 pûanan.
Di heman komê de pêşbirka din jî di navbera Rûsya û Koreya Başûr de hat lîstin.
Her du tîman jî golek avêt û pêşbirk 1 û 1 bi dawî bû.
Di komê de pêşbirkên duyemîn jî di 22yê hezîranê de dê bên kirin. Ewilî Belçîka û Rûsya û paşê jî Koreya Başûr û Cezayir dê bên hemberî hev.
Piştî pêşbirkên ewil di Koma Hyê de rewş pûanan wiha ye:
| Navê Tîmê | N* | S* | B* | TÇ* | GA* | GX | AV* | P* |
| Belçîka |
1 |
1 |
0 |
0 |
2 |
1 |
1 |
3 |
| Koreya Başûr |
1 |
0 |
1 |
0 |
1 |
1 |
0 |
1 |
| Rûsya |
1 |
0 |
1 |
0 |
1 |
1 |
0 |
1 |
| Cezayir |
1 |
0 |
0 |
1 |
1 |
2 |
-1 |
0 |
*Ravekirina daxuyaniyên kurt:
Nîvendî
Serkeftin
Beramberî
Têkçûn
Golên Hatine Avêtin
Golên Hatine Xwarin
Averaj
Pûan