MANAUS / RIO DE JANEIRO
Di pêşpirkên duyemîn a Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de di Koma Ayê de Hirvatistan û Kamerûn hatin hemberî hev.
Nûnerê Afrîkayê Kamerûn a ku di encama du pêşbirkan de tu pûan wernegirt ji turnûvayê ket.
Di pêşbirkê de Hirvatistanê Kamerûn 4 û 0 têk bir û bû xwediyê 3 pûanan. Golên Hirvatistanê di deqîqeya 11mîn de Ivîca Olîc, di deqîqeya 48emîn de Ivan Perîsîc, di deqîqeyên 61emîn û 73yemîn de jî Marîo Mandzûkîc avêtin û dijberê xwe 4 û 0 têk bir.
Ji Kamerûnê Alexandre Song di deqîqeyan 40emîn cezayê karta sor xwar û tîma xwe 10 kes hişt.
- Pêşîkêşê Koma Ayê Brezilya ye
Di encama pêşbirkên duyemîn ên Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de, di Koma Ayê de Brezilya bi saya averajê pêşîkêş e. Brezilya û Meksîka di pêşbirka duyemîn de 0 û 0 beramber man.
Pêşbirkên dawîn ên Koma Ayê jî di 23ê Hezîranê de di heman saetê de dê bên lîstin. Hirvatîstan-Şîlî û Kamerûn-Brezîlya dê bên hemberî hev.
- Spanyayê jî ji turnûvayê xatir xwest
Di pêşpirkên duyemîn a Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de Spanyaya ku di Koma Byê de bû jî li hemberî Şîliyê 2 û 0 têk çû û ji turnûvayê xatir xwest.
Şampiyonê dawîn Spanya û Şîlî li Stada Maracanayê ya ku li bajarê Rîo de Janeîroyê ye hatin hemberî hev.
Di deqîqeya 20emîn de ji Şîliyê Vargas gola welatê xwe avêt û skor bû 1 û 0. Di deqîqeya 43yemîn de ji Şîliyê Arangûîz gola duyemîn avêt û Şîlî bi van golan pêşbirk 2 û 0 qezenc kir û bû xwediyê 3 pûanan.
Spanyaya ku di 2008an û 2012an de Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê û di 2010an de jî Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê qezenc kiribû û îcar bê pûan ji turnûvayê veqetiya.
Hollanda di bi 6 pûanan û ferqa averajê ve pêşîkêşê Koma Byê ye.
Hollanda û Şîliya ku her du pêşbirkên xwe jî qezenc kirin ji komê derketin û di tûra dûyemîn a Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de bi cih bûn.