ÎSTANBUL
Quluba Fenerbahçeyê der barê biryara UEFAyê de daxuyanî da Borseya Stenbolê. Her wiha vê daxuyaniyê di Platforma Ronîkirina Rayagiştî de jî cih girt. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Biryara ku 'Fenerbahçe ji pêşbirkên UEFAyê 2 sal men kiribû' ya Lijneya Tehkîma UEFAyê ji aliyê CASê ve hat rawestandin."
Lijneya Disîplînê ji ser îdiayên şîkeyê, li Fenerbahçeyê cezayê ji pêşpirka 2+1 salan menkirinê, birîbû. Lijneya Tehkîma UEFAyê jî ev biryar wekî 2 salan qebûl kiribû.