ÎSTANBUL
CASê di malpera xwe de daxuyand ku bi UEFAyê re li hev kirine ku darizandina Fenerbahçe û Beşîktaşê zû were kirin û heta ku biryar derkeve dê tu cezayî nedin van tîman. Li gorî vê yekê Fenerbahçe û Beşîktaş, dê karibin beşdarî pişkavêtinên UEFAyê bibin.
CASê da zanîn ku dê rûniştinên mehkemê di 21 û 23yê tebaxê de bên lidarxistin û biryara der barê Fenerbahçeyê de, dê berî 28ê tebaxê; ya der barê Beşîktaşê de jî dê berî 30yê tebaxê were dayîn.
Lijneya Tehkîmê ya UEFAyê, li ser îdiayên şîkeyê biryar dabû ku Fenerbahçe 2+1 salan, Beşîktaş jî 2 salan ji pêşbirkên Ewropayê were dûrxistin.
Biryara CASê him Fenerbahçe him jî Beşîktaş şa kir. Serokê Fenerbahçeyê Azîz Yildirim, di FB TV de mizgîniya UEFAyê da û sipasî civata Fenerbahçeyê kir.