ANKARA
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de piştî Real Madrîdê fînalîstê duyemîn jî îşev di pêşbirka Chelsea û Atletîco Madrîdê de dê diyar bibe.
Chelsea û Atletîco Madrîd li Londona paytexta Îngilistanê di Stada Stamford Brîdgeyê de, di saet 21.45an de dê bên hemberî hev.
Her du tîm di pêşbirka ewil de 0 û 0 beramber mabûn. Di pêşbirkê de ji her du tîman kîjan bi ser keve piştî Real Madrîdê dê bibe fînalîstê duyemîn ê Lîga Şampiyonan.
Di nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de ji Almanyayê Bayer Munîh bi nûnerê Spanyayê Real Madrîdê re duh hat hemberî hev. Real Madrîd a ku mêvanê reqîbê xwe bû bi 2 golên Sergio Ramos û bi 2 golên Crîstîano Ronaldo ve reqîbê xwe 4 û 0 têk bir û bi vê skorê bû fînalîstê ewil ê Lîga Şampiyonan.
Real Madrîd di pêşbirka ewil de jî dijberê xwe 1 û 0 têk biribû.