KARABUK
Di hefteya 16emîn a Lîga Super a Spor Totoyê de Kardemir Karabuksporê di sahaya xwe de Fenerbahçe 2-1 têk bir.
Gola ewil di deqîqeya 13emîn de Akpala avêt û skor bû 1-0. Fenerbahçe di deqîqeya 40emîn de bi gola Ermenîke beranberî dît û skor bû 1-1. Di nîvê duyem û deqîqeya 68an de top li destê Caner ket û hakem penaltî da. Îlhan Parlak penaltî avêt û skora pêşbirkê kifş kir. Pêşbirk 2-1 bi serkeftina Kardemir Karabuksporê qediya.