Di hefteya 9emîn a Lîga Super a Spor Totoyê de Fenerbahçe li Stada Şûkrû Saraçoglûyê Çaykûr Rîzesporê ezimand.
Ji Fenerbahçeyê Kadlec di deqîqeya 6an de gokê avêt qaleya xwe û ji ber vê tevgerê Çaykûr Rîzespor 1 û 0 bi pêş ket.
Kadlec di deqîqeya 41an de vê carê jî gokê şand qaleya çaykûr Rîzesporê û skor kir 1 û 1
Gola Fenerbahçeyê ya dawîn jî di deqîqeya 80yan de Webo avêt û tîma zer û lacîwerd mêvanê xwe 2 û 1 têk bir û 3 pûan qezenc kir.