ÎSTANBÛL / GAZÎANTEP
Fenerbahçe bi ser xwe de hat
Di Lîga Super a Spor Totoyê de, di hefteya duyemîn de Fenerbahçe bi Eskîşehîrsporê re hat hemberî hev.
Fenerbahçeyê ev pêşbirk bi gola Kûyt ve 1 û 0 qezenc kir û bi ser xwe de hat.
Kasimpaşa li qada xwe bi ser ket
Kasimpaşayê di hefteya duyemîn de Kayserîspor li mala xwe ezimand. Kayserîspor bi vê pêşbirkê cara ewil têk çû. Kasimpaşayê Kayerîsporê 3 û 1 têkbir û bû xwediyê 3 pûanan.
Beramber man
Di Lîga Super a Spor Totoyê de di pêşbirka navbera Gazîantepspor û Medîcal Park Antalyasporê de gol nehatin avêtin.
Her du tîm 0 û 0 beramber man û pêşbirk bi vê skorê qediya.