Walîtiya Eskîşehirê di çarçoveya pîrozkirina Newrozê da çalakiyek li dar xist.
Komek welatî bi alayên dewletên tirk û tîma mehterê va ji kolana Îsmet Înonu hetanî Rasta Bajêr meşiya.
Walî Gungor Azîm Turan di dema meşê da qerenfîl li welatiyan belav kir. Paşê li Rasta Bajêr sirûda neteweyî xwendin û dia kirin.
Tuna di çalakiyê da axivî û diyar kir ku ji ber kelecaniya Cejna Newrozê kêfxweş in.
Tuna destnîşan kir ku Newroz destpêka sala teze ye û wiha axivî:
"Îro em wek alema tirkan ji rojhilatê hetanî rojavayê ji bakur hetanî başûr belav bûne lê belê dilê me bi hev ra ye. Newroz rojeke wisan e ku em di vê rojê da bi yekîtiya xwe û jiyana xwe dihesin. Em cudahiyên xwe ne wek tehdît wek firsenda yekîtî, bihevrajiyanê dibînin. Cidahiyên me dewlemendiya me ye. Newroz ji bo me bi tenê hatina biharê nîne. Newroz ji bo me neynika dilê me û bîra me ya mîllî ye."
Piştî axaftinê Tuna û Rektorê zanîngeha Anadoluyê hatin dewsa agirê newrozê û hewl dan agirê Newrozê vêbixin, lê belê ji ber berf û baranê dar şil bibûn û agir vêneket. Li ser vê îspirto berî ser daran dan û agir pê ket. Demekê şûn da Tuna û kesên pê ra di ser agir ra banz dan.