Emrah Oktay
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2025
Galatasaray di hefteya 6emîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da li hemberî tîma Monacoyê ku yek ji tîmên Liga Futbolê ya 1emîn a Fransayê ye, bi 1-0 têk çû.
Pêşbirk li Stada II. Louisê hat lîstin.
Hakem Danny Makkelie, Hessel Steegstra û Jan de Vries (Hollanda) pêşbirk bi rê va birin.
Monaco di deqîqeya 68emîn da bi gola Balogun va bi 1-0 pêş ket.
Torreira her çiqas hewl da ku gog neçe qeleyê jî Balogun gola xwe avêt.
Pêşbirk bi 1-0 serkeftina xwediyê malê Monacoyê va bi dawî bû.
Rahênerê Galatasarayê Okan Buruk di daxuyaniya xwe ya piştî pêşbirkê da wiha got: "Şeveke ku em pir xemgîn bûn û me bi meraq got 'Em çawa nikarin vê tîmê têk bibin?' bû. Aliyê pêş ê hevrikê me pir baş bû, lê ji hêla parastinê va ew yek ji xirabtirîn tîmên ku me heta niha li dijî wan lîstiye bû."