Galatasaray û Jûventûs di Koma Byê ya Lîga Şampiyonan de ne û sibê dê bên hemberî hev. Pêşbirk li Qada Turk Telekom Arenayê ye û di seet 21.45ê de dê dest pê bike.
Jûventûs ji bo pêşbirkê hate Îstanbûlê.
Tîma Îtalyayî li Balafirgeha Ataturkê ji aliyê komeke alîgirên Galatasarayî ve hate pêşwazîkirin.
Andrea Pîrloyê ku ji ber seqetiyê bi îxtîmaleke mezin di maçê de naliyîze jî bi tîma xwe re hat.
Tîma Îtalyayî ji balafirgehê bi otobusê derbasî otelê bû.