MADRÎD
Ji bo rahêneriya Barcelonayê, Gerardo Martîno yê Arjantînî yê bibernavkê "Tata" hat hilbijartin. Tata bû rahênerê tîma Katalanan.
Hat ragihandin ku peyman dê ji bo 2 salan bê îmze kirin.
Tatayê 50 salî jî weke Lîonel Messî yê Arjantînî yê stêrkê Barcelonayê li Rosarîoyê ji dayîk bûye. Tata herî dawî rahêneriya tîma Newell's Old Boysa Arjantînê kiribû. Tata piştî, Roque Olsen, Helenio Herrera û Cesar Luis Menotti dê dîroka Barcelonayê de bibe 4emîn rahênerê Arjantînî.
Ji aliyê din ve piştî ku rahênerê nû yê Barcelonayê Tata ji bo 2 salan peyman mohr kir, daxûyaniyek da û got: Ji bo pêşniyara Barcelonayê haya min ji tu tiştekî tunebû û dema ku min bêhna xwe vedida Berselona li min geriya.