ÎSTANBUL
UEFAyê xelata peran ya tîmên ku di sezona 2012-2013an de beşdarî qûpayên Ewropayê bûn eşkere kir.
Li gor agahiyên ku UEFAyê da, Galatasaray a ku di fînala çaryeka Lîga Şampiyonan ya UEFAyê de leyîst, ji UEFAyê 24 milyon û 782 hezar euro, Fenerbahçe ya ku di Lîga Ewropaya UEFAyê de di nîvefînalê de leyîst jî 11 milyon û 181 hezar û 270 euro qezenc kirin.
Di Lîga Şampiyonan ya UEFAyê de bi tevahî 904 milyon û 600 hezar euro hat belavkirin. Pereyê herî zêde Juventus a tîma Îtalyayê wergirt. Juventusê 65 milyon û 315 euro xelata pereyan stend. Tîma Almanyayê Bayern Munihê jî bi tevahî 55 milyon û 46 hezar euro qezenc kir.
Di sezona 2012-2013an a Lîga Ewropayê ya UEFAyê de pereyê herî zêde jî Fenerbahçe ya ku di nîvefînalê de leysît wergirt.
Fenerbahçe ya ku di nîvefînalê de li hemberê Benfîca ya tîma Portekîzê têk çû bi tevahî 11 milyon û 181 hezar û 270 euro ji UEFAyê qezenc kir.
Chelsea ya tîma Îngilistanê ya ku bû şampiyonê Lîga Ewropayê, di tûra 2emîn de beşdarî qûpeyê bûbû jî 10 milyon û 704 hezar û 878 euro qezenc kir. Di pêşbirkên komî de jî 30 milyon û 777 hezar euro hilda.
Di Lîga Ewropaya UEFAyê de bi tevahî 209 milyon euro hat belavkirin. Di demsala 2012-2013an de milyar û 113 milyon û 600 hezar euro li tîmên ku ji pêşbirkên komî pê ve beşdarî qûpayên ewropayê bûn, hat belavkirin.