Doğa Kırmızıoğlu
12 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2021
Fînala Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2020î di dema normal û dirêjkirinê da pêşbirk 1-1 kuta bû, Îtalyayê di penaltiyan da Îngiltere 3-2 têk bir û bû xwediyê kupayê.
Pêşbirk li Londraya paytextê Îngiltereyê di Stada Wembleyê da hat lîstin û piştî fînalê merasim hat lidarxistin û Serokê UEFAyê Aleksander Ceferin kupa û madalyonên fitbolîst û ekîba teknîkê ya Îtalyayê danê. Îtalya piştî 53 salan di dîroka xwe da cara duyem e ku dibe şampiyon.
Di fînalê da gola yekem Luke Shawê fitbolîstê Îngiltereyê di deqîqeya 2yê da avêt û Îngiltereyê 1-0 da pêşiyê.
Îtalyayê jî gola beranberiyê di nîvê duyem deqîqeya 67em da bi gola Bonucci avêt. Pêşbirk û dirêjkirin 1-1 kujta bû û paşê Îtalyayê di penaltiyan da Îngiltere 3-2 têk bir û bû şampiyon.