ANKARA
Serokatiya Îdarî ya Avahiyên Tevahî ya Serokwezîrtiyê (TOKÎ) li gor protokola bi Wezareta Tenduristiyê re çêkiriye dê 78 nexweşxaneyên nû ava bike.
Îdare, ji bo ku xizmetên tenduristiyê bi awayekî modern werin kirin, bi hevkariya Wezareta Tenduristiyê projeyên nexweşxaneyên nû pêk tîne.
TOKÎyê heta niha çêkirina 71 nexweşxaneyan temam kiriye û teslîmî Wezareta Tenduristiyê kiriye û çêkirina 142 nexweşxaneyan jî didome.
Li gor protokola ku di navbera TOKÎ û Wezareta Tenduristiyê de hat îmzekirin, TOKÎ dê 78 nexweşxaneyên nû çêbike.
Îdare ji bilî nexweşxaneyên entegre yên herêm û navçeyan, 72 navendên tenduristiya malbatê jî çêdike.