ERZURUM
Hîndekarê Endezyariya Xurekê ya Fakûlteya Zîreatê ya Zanîngeha Atatûrkê Prof. Dr. Salih Ozdemir diyar kir ku di remezanê de şîr û çêkiriyên şîr zehf kêm tên xwarin. Ozdemir got ku xwarina besteniyê di remezanê de girîngtir dibe. Heke em şîr û besteniyê bidin ber hev em dikarin ji 50 gram besteniyê kalsiyûma ku di 100 milîlître şîrê de heye, bistînin. Bestenî li gor şîrî ji hêla kalsiyûmê ve dewlemendtir e.
Ozdemir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku divê şîr û tiştên ku ji şîr tên çêkirin, her dem bên xwarin. Ozdemir got ku ev adan ji hêla kalsiyûmê ve girîng in.
Ozdemir destnîşan kir ku divê mirov rojane kalsiyûmê bigire û got ku ji bilî şîr û tiştên ji şîr tên çêkirin tiştên ku ji hêla kalsiyûmê ve dewlemend in, zehf tunene. Em ji sedî 99 hewcedariya xwe ya kalsiyûmê ji şîr û çêkiriyên şîr digirin. Xurekeke evqas girîng, beşeke girîng ji skêleta me nîşan dide.
Ozdemir diyar kir ku li gor lêkolînan li Tirkiyeyê şîr û tiştên ji şîr tên çêkirin, gelek kêm tên xwarin û got ku di remezanê de hewcedariya kalsiyûmê ji besteniyê jî tê girtin.
Ozdemir destnîşan kir ku xwarina besteniyê dê kêrî hênikbûnê jî bê û wiha axivî: "Em her dem pêşniyaz dikin ku her kes kalsiyûmê bigire lê ji ber ku hewcedariya zarokan bêtir bi kalsiyûmê heye û di heyama geşedanê de ne, divê zarok û ciwan bêtir kalsiyûmê bigirin. Ji bo bedenê tenê girtina kalsiyûmê girîng nîne, divê ev kalsiyûm li hestiyan jî belav bibe. Kalsiyûm bi taybetî li masûlkeyan kêm e. Ji sedî 95ê kalsiyûmê di hestiyan de ne, ji sedî 5ê wî jî di masûlkeyan de ne. Divê em sporê bi zarokên xwe bidin kirin da ku kalsiyûma ku girtine, bixin metabolîzmeya xwe û kalsiyûmê belavê hestiyan bikin."
Ozdemir diyar kir ku besteniya klasîk ji bo nexweşên şekirê pêşniyaz nakin û got ku divê nexweşên şekirê besteniyê nexwin. Xebatên me yên besteniya ji bo nexweşên şekirê dewam dikin.