ANKARA
Pisporê Gastroenterolojiyê Doç. Dr. Cem Cengîz, diyar kir ku di bikaranîna dermanan de vexwarina avê gelek girîng e û bal kişand ku hem di wextê xwarina dermanan hem jî piştî xwarina dermanan hewce dike ku mirov avê zehf vexwe. Cengîz, destnîşan kir dema ku heb bi avekî hindik tên xwarin bi taybetî dibe sedem ku birîn di gewriyê de çêbibin.
Cengîz bal kişand ku divê teqez heb bi av bê xwarin û xwarina dermanan bi tûkê zirar e. Cengîz, got ku hin derman rasterast dikarin di gewriyê de bibin sedemê xesara mukozayê û ûlserê. Dermanên ku rasterast xesarê di gewriyê de dikin wek dermanên antîbiyotîk, antîînflamatuvar (dijeba) û dermanên din tên senifandin.
Cengiz diyar kir ku bi taybetî antîbiyotîkên koma tetrasîklînê û koma doksîsîklînê di gewriyê de dibin sedemê xesar û ûlserê. Ev kom antîbiyotîk herî zêde di jinekolojî, ûrolojî, dermatolojî û gastroenterolojiyê tên bikaranîn.