31 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
ANKARA
Cixarekişandin an jî li ber dûyê cixareyê sekinandin li gor mêran zêdetir di nav jinan de dibe sedema pençeşêrê.
Hîndekarê Enstîtuya Tenduristiya Gel a Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Nazmî Bîlîr ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku dema nexweşiya pençeşêrê bê lêkolînkirin, tê dîtin ku sedema herî girîng a vê nexweşiyê cixarekişandin e.
Bîlîr got ku cixarekişandin gelek caran wek tevgereke mêran tê dîtin û berê jinan qasî mêran cixarê nedikişandin û wiha dewam kir: "Şirketên ku cixareyê çêdikin ji bo ku jin jî zêde cixareyê bikşînin peyamên wek 'jinên ku cixareyê dikşînin bêtir xweşik xuya dikin' û 'baweriya wan bi wan heye' dan. Piştî van peyaman di nav jinan de jî cixarekişandin zêde bû. Ev jî bû sedem ku di nav jinan de wek nexweşiyên pençeşêr, dil û pişikê zede bibe."
- "Jin zêdetir di bin rîskê de ne"
Prof. Bîlîr got ku jin li gor mêran zêdetir di bin rîskê de ne û wiha axivî: "Jin her çiqas cixareyê nekşînin jî mêrê wan li malê cixareyê dikşînin û ew dualî rastî dû tên. Ev jî tesîreke nebaş li ser wan dike. Ji bilî vê jin li gor mêran zêdetir di bin rîskê de ne. Di nav jinên ku cixareyê dikşînin de nexweşiyên wek pençeşêra pişikê, nexweşiya dil, bronşît li gor mêran zêde ye. Di salên dawîn de hejmara jinên ku ji ber pençeşêra pişikê mirine li gor pençeşêra bistanê zêdetir e."
- "Li ber dûyê cixareyê sekinandin bitaluke ye"
Hîndekarê Zanista Onkolojiya Tibbî û Enstîtuya Pençeşêrê ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Îsmaîl Çelîk jî got ku li ber dûyê cixareyê sekinandin jî qasî cixarekişandinê bitaluke ye.
Çelîk got ku dûyê cixareyê rîska pênçeşêrê ya pişik û pêsîrê zêde dike û li cihanê her sal bi milyonan kes ji ber cixareyê dimrin.
Çelîk anî ziman ku ji bo zarokan jî dûyê cixareyê nebaş e û wiha dewam kir: "Zarokekî ku malbata wî li malê cixareyê dikşîne qasî ku rojê 5 cixareyan bikşîne bijehrî dibe. Jinên ku mêrê wan cixareyê dikşînin jî 2 û 3 qat zêdetir rastî rîska pênçeşêra pişikê tên."