Zanyarên ji Zanîngeha Californiayê ya li DYAyê lêkolîn kirin û di encama lêkolînê de derket holê ku mejî li hember hin guherînên ku Alzheimer dibe sedem li ber xwe dide.
Zanyaran diyar kir ku di hin kesan de bêtir demar hene û ev demar nahêlin ku mehareta ramanê winda bibe.
Li ser 71 kesan lêkolîn hat kirin û hin wêne dan van kesan û ji wan hat xwestin ku bi hûrgulî wêneyan bînin bîra xwe. Di vê demê de li dîmenên mejiyê beşdarvanên lêkolînê nêrîn.
Hat dîtin kesên ku di mejiyê wan de depoyên proteîna amîloîdê hene, di testan de bêtir serkeftî ne.
Her çiqas jimara beşdarvanan kêm be jî encam îxtimala azîneyên nû yên ji bo Alzheimer derxist holê. Encamên lêkolînê di kovara "Nature Neuroscience" de hat weşandin.