Türkan Tosun
28 Tebax 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
PEKÎN
Zanyarên Çînî der barê tesîra hewaya qirêj a li ser mêjî û zêhna mirovan de lêkolînek kirin. Di lêkolînê de hat tespîtkirin hewaya qirêj dibe sedem ku qabiliyetên aqil paşve bimînin.
Li gor nûçeya rojnameya "South China Morning Post”ê zanyarên Çînî di lêkolîneke berê de tespît kiribûn ku hewaya qirêj zirarê dide kezebê û emrê mirovan kin dike. Zanyaran lêkolîneke din kirin û tespît kirin hewaya qirêj qabiliyetên hejmarî û gotinî yên mêjî paşve dihêle.
Lêkolîn li 86 bajarên hewaya wan pir qirêj e hat kirin. 32 hezar jin û mêrên ku temenê wan 25 in beşdarî lêkolînê bûn û li ser wan hin ceribandin hatin kirin.
Van kesan 24 pirsên matematîkê û 34 pirsên der barê naskirina peyvan de bersivandin.
Di encama lêkolînê de hat dîtin ku kesên li bajarên hewaya wan pir qirêj e dijîn bersivên rast kêm didin. Zanyaran rêjeya hewaya qirêj a di navbera 2010-2014an û rêjeya bersivên rast dan ber hevdu û tespît kirin ku hewa çiqas qirêj be hejmara bersivên rast jî ewqas kêm dibin.
Van kesan li gor pirsên matematîkê pirsên peyvan zêdetir xelet bersivandin.
Zanyaran got ev lêkolîn nîşan dide ku hewaya qirêj çiqas zêde bibe di dahatûyê de rîska nexweşiya Alzheîmerê jî ewqasî zêde dibe.
Ev lêkolîn li Amerîkayê di kovara Proceedings of the National Academy of Sciencesê de hat weşandin.
Li Çînê pêşketin û pîşesazî pir bilez çêbû û ev jî bû sedem ku li bajarên mezin hewa gelekî qirêj bibe.