ÎSTANBUL
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Diranan a Zanîngeha Îstanbul Aydinê Yrd. Doç. Dr. Cenker Koyuncuoglu got: ''Rojiya Remezanê ji bo tenduristiya diranan firsendek e, lê xurekên ku di paşîv û fitarê de tên xwarin dikevin nav diranan, ji ber vê yekê divê diran paş bên paqijkirin. Heke diran baş bên paqijkirin di dema birçîmayinê de dê diran vehesin.''
Koyuncuoglu, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da zanîn ku heke piştî paşîv û fitarê dev û diran baş neyên paqijkirin dê diran kurmî bibin û di dema birçîmayinê de di dev de asîd çêbe.
Koyuncuoglu di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser firçê diranan, divê serê firçeyan biçûk be û mûyên firçeyan jî nerm be. Koyuncuoglu got: ''Divê dirêjiya serê firçeyê 2,5 cm be û diran jî herî kêm 3 deqayen bên firçekirin.''