ÎZMÎR
Serokê Şaxa Nexweşiyên Derûnî û Tenduristiyê ya Zanîngeha Egeyê Prof. Dr. Hakan Coşkunol îfade kir ku guherîna xew, xwarin û vexwarinê û li ber tavê zêdemayîn hevsengiya bedenê xerab dike.
Ji bo ku mirov xwe ji depresyon û nexweşiyên anksiyeteyê biparêze divê mirov avê zêde vexwe.
Li gor daxuyaniya ku Coskunol da nuçevanê AAyê hin nexweşî li gor demsalan diguherin. Nexweşiyên rewşa hestiyariyê herî zêde di biharê û havînê de derdikevin holê.
Coşkunol diyar kir ku havînê di xew, xwarin û vexwarinê de guherîn çêdibin.Girêdayê vê rewşê gelek kes xemgîn, hêrsok, bêaram, xeydok an jî şikbar dibin.
Ev jî dibe sedema depresyon û nexweşiyên anksiyeteyê. Coşkunol axaftina xwe wiha domand:
"Tesîra dermanên depresyon û anksiyeteyê jî diguhere. Kesên ku dermanan zêde bi kar tînin êdî derman bê tesîr dibin. Lewra dereceya xwîna wan tim diguhere. Ev jî dibe sedema tesîrên nebaş û nexweşî jî xwe dubare dikin."
Coskunol îfade kir ku ji bo nexweşiyên depresyon û anksiyeteyê yên ku havînê derdikevin holê divê zêde av bê vexwarin. Divê xwarinên durust bên xwarin, xew bi têra xwe be û divê werzîş bê kirin.